Rojnamegerekî din hat girtin

Rojnamegerekî din hat girtin

Tirkiye ku di warê rojnamegeriyê de girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê ye, îro rojnamegerekî din jî kir zindanê.

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yurtê Merdan Yanardag, li navçeya Bodrum a Muglayê roja înê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Yanardag ku ji doza Ergeneknê  der barê wî de biryara girtinê hebû, piştî kar û barê wî yên midûriyeta polîsan birin Edliya Bodrumê. Yanardagê derxistin dadgehê, ji ber biryara girtinê, hat girtin.

Herî dawî rojnamegerê DÎHA’yê Cuneyt Hacioglu  li Qilabana Şirnexê hatibû binçavkirin û girtin.

Hejmara rojnamegerên girtî gihişt 69’an. Bi salene Tirkiye di warê rojnamegerên girtî de girtîgeha herî mezin a cîhanê ye.