Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Rûken Demîr û Nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê xebat bi rê ve birine” hatin girtin.

Li Îzmîrê di 12’ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû destpêkirin, nûçegihana ajansa Mezopotamya Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin hatibûn destgîrkrin.

Rojnameger Demîr û Aydin duh derxistin Dadgeha Îzmîrê û heta dereng îfadeyên wan dewam kir. Piştî îfade bi dawî bûn dadgehê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat bi rê ve birine” rojnameger Demîr û Aydin da girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.

Ji endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) Selma Altan, Mazlum Koç, Ramazan Yavûz, Saît Bahadir, Murat Tûfan, Îsmaîl Akbay, Şeyhmûs Daghan, Hasan Hayrî Dîkîlîtaş, Hediye Tekîn ên di heman operasyonê de hatibûn destgîrkirin jî hatin girtin.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş li ber Dadgehê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku darizandin di bin vesayeta AKP’ê de hatiye kirin û darizandinek ne adilane pêk hatiye. Ertaş da zanîn ku zextên li ser endamên wan û rojnamegeran nayên qebûlkirin û got: “Em ê li ber van zextan serê xwe netewînin. Biryara girtinê ne hiqûqî ye. Em vê biryarê nas nakin. Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan.”