ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Meşên mezin ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Têkoşîna me wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bike."
- Ji beşdarên baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Ramazan Demîr got, "Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya civakê ye. Ji bo misogerkirina azadiyê divê em kilîda zindana Îmraliyê bişikînin."
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
- Gerîlayên HPG'ê Andok Gabar û Rênas Cûdî bal kişandin ser berxwedana bêhempa ya gerîla ya sala 2023'an û gotin, di dema nû de bi çalakiyên hîn xurt wê êrîşên dewleta Tirk têk bibin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya nîqaşên li ser etîk û estetîkê kir û got, "Ji wê derê divê em polîtîkayên hilberînin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşînin, xwe biparêzin. Bi dîtina min jin a herî bedew ev e."
- Hevseroka Şaxê Amedê ya SES'ê Yildiz Ok Orak diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema tenduristiyê têk çûye û xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê dayin.
- Endama Komîteya Lihevkirinê ya Meclîsa Navçeya Ehdasê Hacer Silêman qala rojên Berxwedana Serdemê kir û got, ew şer ê hebûn û nebûnê bû, di wê berxwedanê de dayikan bi xwe şehadeta zarokên xwe îlankirin û oxirkirin.