ROJEVA 9'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.
- Parêzer Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û di serî de CPT bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo Îmraliyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
- Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Swîsreyê ketine greva birçîbûnê banga mezinkirina berxwedanê kirin û gotin, "Em ê jiyaneke bê Ocalan ti carî qebûl nekin."
- Rayedarên 3 partiyên Kurd ên li Rojava gotin, "Kurd divê bi dewleta Tirk a faşîst re nebin yek, divê bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."
- Berdevkê HDP'ê Olûç diyar kir, biryara DMME'yê ya li ser berdana Demîrtaş bi dek û dolaban bi cih nehatiye anîn û got, dadgeriya ku bi fermana desthilatdariyê tevdigere, wê siberojê lenet lê bê anîn.