ROJEVA 8'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Li Ewropa û Kurdistanê, çalakiyên meşê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî axivî û got, "25 sal in tiştek nema ku hêzên komploger nekirin, lê nekarîn encamê bi dest bixin. Komploger negihîştin armanca xwe, lê belê hîn jî dest jê bernedane."

- Berdevkê kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Hatîp Dîcle got, "Çawa ku Efrîkaya Başûr û Serokê wê De Klerk li pêşberî azadiya Mandela bi tenê man, daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' jî Tirkiye bi tenê hişt. Tirkiye ya wê azadiya Rêber Ocalan qebûl bike, yan jî wê hîn bêhtir bi tenê bimîne."

- Ji beşdarên Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû got, "Em hem ji bo azadiya xwe hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan vê têkoşînê dimeşînin. Dema ku tecrîd bi dawî bû wê çareseriya demokratîk pêk were."

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.