ROJEVA 8'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Wekîlê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Fabîan Molîna got, bêyî Ocalan çareserî li Tirkiyeyê nabe û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe. Molîna diyar kir, ew piştgiriyê didin çalakgerên grevên birçîbûnê û got, "Ev çalakî nîşan dide ku gelê Kurd bê alternatîf nîne."

- Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê ku ji neh akademîsyen û aktîvîstên ji welatên cuda pêk tê, 11-16'ê Sibatê wê li Tirkiye û Kurdistanê danûstandinan bike.

- Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku 2002'an ji roja ku hatî ser desthilatdariyê ve ji bo ku şaredariyên Kurdistanê bistîne hemû hêza xwe dayî, 11'ê Îlona 2016'an bi darbeyeke siyasî şaredariyên Kurdistanê desteser kir. 

- Ji parêzerên doza Cizîrê Newroz Ûysal got, DMME'yê li şûna ku biryarê bide pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn rêyeke bi bandor a hiqûqê nîne, tercîha xwe li aliyê Tirkiyeyê kiriye.

- Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan gotin, dema ku hatin hilbijartin wê pirsgirêkan hemûyan bi gel re çareser bikin.

- Jinên Êzidî Ayşe Sîdo û Zêyneb Marko diyar kirin ku wê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de dakevin qadan û gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe em ê bi şev û roj bixebitin."

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bal kişand ser ambargoya li ser Îranê û got: "Îran di warê siyasî û aborî de her diçe tengav dibe û bi rêya Tirkiyeyê û çend welatên derdor hewl dide xwe rizgar bike."

- Gerîlayên HPG'ê /YJA-STAR'ê Botan Mêrdîn, Şêro Serhed û Çiya Rûken li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.