ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê dewam dike.

Konferansa Neteweyî ya li dijî Dagirkeriyê, encamnameya konferansa xwe weşand. Di encamnameyê de hate gotin, "Divê kesayetên Kurdistanî bi tundî li ber dagirkeriyê rabin û bi xurtî hişyariyê bidin hêzên Kurdistanî hemûyan."

Parêzer Berfîn Polat anî ziman ku zimanê desthilatdariyê, têkiliya kiryaran a bi dewletê re û polîtîkaya bêcezahiştinê dike ku komkujiyên jinan dewam bike û destnîşan kir ku dewlet jî bi qasî kiryaran berpirsyar e.

Di lêpirsîna têkildarî karên fîrmaya çîmento Lafarge ya Fransayê de ku heta sala 2014'an hate meşandin, îdîanameya têkildarî hevkariya bi sûcên dijî mirovahiyê re wê radestî Dadgeha Temyîzê ya Parîsê bê kirin.

Li Meksîkayê li paytext Meksîko û eyaleta Hîdalgoyê ji ber baranê gelek kes mirin.

Li gorî lêkolînekê ku nû hate weşandin, teqîna li emîsyonên CO2 a beriya 252 milyon salî, jiyan li cîhanê têk bir û ji sedî 90 ê cûreyan tune kir.