ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên meşê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Tirkiyeyê têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmayekê hincetên hebûnê yên komplogeran ji holê rakir û tola herî mezin ji wan hilanî.

- Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz got, "Şikandina tecrîdê tê wateya bidawîkirina polîtîkayên şer. Şikandina tecrîdê ji bo gelan hemûyan tê wateya aştî, wekhevî û azadiyê."

- Ji Akademiya Jineolojiyê enternasyonalîst Nora Merîno got, "Parastina Rêber Apo meseleyeke navneteweyî û berpirsyariyeke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye."

- Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Bulbul işaret bi paradîgma û perspektîfa çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd êrîşa li ser mafên me yên cemaweriyê û mafên me yên demokratîk siyasî ye."

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Sekna bi biryar, hewldana veguherîna civakî û îdîaya YPJ'ê nîşan dide ku paşerojeke hurmetdar a ji bo rûmeta mirovahiyê dikare bê afirandin.