ROJEVA 7'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hayat Guler dayika Veysel Guler yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser peyama girtiyên di greva birçîbûnê de ne û bang li gelê Kurd û Tirk kir ku bi rengekî topyekun li dijî tecrîdê têbikoşin.

- Ji Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyan Suwat Hiso diyar kir, Konferansa Jinên Êzidî bi xurtî pêk hatiye û wê dilsozê soza azadkirina Efrînê bin.

- Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk di şert û mercên koçberiyê de, kêfa zarokên penaber ên Efrînê tîne ku ji neçarî cih û warê xwe terikandine.

- Rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ku navenda wê li Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ku li Derya Spî penaberan rizgar dike, dike "Alan Kurdî".