ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê û protestoyên li dijî van êrîşan, wê bên şopandin.

-Li Kurdistanê geşedanên têkildarî xespkirina şaredariyan wê bên şopandin.

-Endamê Konseya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Kurd parçeyekî Sûriyeyê ne û çareseriyê dixwazin û got, “Dijminitiyê li hemberî ti kesê nakin. Tişta ku Tirkiye jî divê bike, bi tevgera bi aqilane ye.”

- Artêşa Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, weke stratejiyeke şer xwezayê wêran dike, jehrî dike û ji bo bêmirovkirina herêmê her tiştî dike.

-Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

- Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî da zanîn ku di piştperdeya pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirine de jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn heye û got ku hedef Şoreşa Rojava ye.

- Kovara Xwebûnê ya ku ji bo jinên ciwan ên li Ewropayê sê mehan carekê derdikeve, di her hejmarê de mijareke nû ya li ser jinên ciwan cih digire. Hejmara Kanûnê ya kovarê bi mijarên “Têkoşîna zayendî û hevjiyana azad” derket.

- Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn tê weşandin, vê mehê bi dirûşmeya “Bi ruhê fedaî em ê serbikevin” derket.