ROJEVA 7'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça Guven Sabîha Temîzkan diyar kir ku dayika wê jineke gelekî xurt e û got, "Di nava şert û mercên herî giran de jî her tim bi moral e."

Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren diyar kir ku AKP dixwaze nexşeya Botanê bi bicihkirina malbatên ji Kazakîstan, Afganîstan û Sûriyeyê biguherîne û bang li niştecihên koç kirine kir ku vegerin cih û warê xwe.

- Navenda Çanda Mezopotamya ku ji aliyê komek ji rewşenbîr û hunermendan ve hate avakirin ku Mûsa Anter, Îsmaîl Beşîkçî û Alî Temel jî di nav de bûn, sala xwe ya 27'an pîroz dike.

- Gerîlaya YJA Starê Sozdar Azad ku keça malbateke Serhedî ye, qala rêwîtiya xw eya ber bi çiyayên azad ve kir.

- Li Colemêrgê ji ber berfê gelek rê hatin girtin. Qeyûmê ku ji aliyê AKP'ê ve li şaredariyê hate bicihkirin, tenê rêya qereqolan vekir.

- Bûyera mirina ciwanê Kurd Amed Ahmed ê ji aliyê polîsê Elman ve bi xemsarî hatibû girtin, nayê ronîkirin. Rayedar îdîa dikin ku şewata Ahmed ji ber wê mir, 'ji aliyê wî' ve hatiye derxistin. Lê pispor li dijî vê îdîayê derdikevin.