ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina sê Kurdên li Parîsê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

- Li Girê Keleha Çemçoyê darek jî nemaye ku bombe lê neketiye. Ji bo ku dijmin çekên kîmyewî bi kar neyne, gerîlayên li vir di bin êrîşên dijwar ên balefiran de çalakiyan dikin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku plana rejîma AKP-MHP'ê ya ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zapê asê maye û got, "Navê wê kiribûn Pençe û Kilît, lê di Zapê de asê man.”