ROJEVA 6'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bênşopandin.

Felaketa aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê qewimî, nîşan da ku propaganda AKP'ê ya ku digotin "Me li Miksê rê çêkirin, tunel çêkirin" ne rast e. Eşkere bû ku ya hatiye çêkirin tenê tunelên berfê yên ji 2 kîlometreyan e.

16'emîn Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê wê bê şopandin.

Endama Platforma Jinan Cansû Ertaş diyar kir, dewlet ji rêxistinbûna jinan ditirse û got, wê jinan li hev kom bikin û têkoşîneke xurtir ava bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin, ku Viyan Soran pîvana bingehîn a dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" ye û gotin, Soran bersiveke xurt da komplogeran.

Partiya Yekîtiya Hilbijartiyan a Başûrê Schleswîgê (SSW) ku Danîmarkiyên il bakurê Elmanyayê û hindikahiya Frîz temsîl dike, serî li Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Hosteîn da û xwest qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Ekad diyar kir, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê dewama plana dagirkeriyê ya Skenderûnê ye û got, "Li dijî êrişên dagirkeriyê em ê heta dawiyê têbikoşin."

Hikumeta Elman, piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi gotina "sir a dewletê ye" bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re dike eşkere nake. Partiya Çep vê helwesta hikumetê dibe ber destê dadgeriyê.

Di serî de li parzemîna Efrîkayê, li gelek welatan herî kêm 200 milyon jin qurbanê hovîtiya sinetê ne. Her wiha jin û keçên koçber ên li welatên Ewropayê jî li gel cezayên girtîgehê û pereyan jî dibin qurbanê vê hovîtiyê.