ROJEVA 6'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevsera şehîdê berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê Orhan Tûnç, Guler Tûnç: Dengê jêrzemînên Cizîrê bi têrkerî nehat bihîstin, her kes bêdeng ma. Lê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê em bêdeng nemînin.

- Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 51 roj li pey xwe hişt.

- Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari got, tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navneteweyî ye û diyar kir, AKP dixwaze bi rêya polîtîkayên faşîst serî bide tewandin.

- Nebat Îşçî dayika Naîf Îşçî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye: Kurê min li girtîgehê, ez jî li derve têdikoşim.

- Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû got, Ewropayê li dijî dewleta Tirk biryarên ji aliyê siyasî ve werin girtin hemû girtine, lê ji aliyê bicihanînê ve xitimî ye.