ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Gelê Colemêrgê destekê dide wekîla xwe Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

- Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê, îro jî dewam dike. Di rûniştinên îro de wê li ser rola Kurdan a di nava krîz, aramî û aştiya Rojhilata Navîn de sê panel bên lidarxistin.

- 3 zarokên Feyziye Kolakan girtî ne, lewma ji sala 1994'an û vir ve li ser rêya girtîgehan e. Kolakan diyar kir ku bi salan zext li wan hate kirin û weke "terorîst" hatin dîtin.

- Kongrya CDU sibe li Hambûrgê dest pê dike. Di kongreyê de wê kes/a li şûna Merkel rûnê bê hilbijartin. Schaûble piştgiriyê dide Merz, Merkel jî destekê dide Kramp-Karrenbaûer.