ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Bayik diyar kir ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û got, gelê Kurd divê li her derê rabe ser piyan û xwedî li ewladên xwe derkeve yên ku ji bo parastina Kurdistanê û destketiyên gelê Kurd canê xwe feda dikin.

Endamê Fermanariya NPG'ê Amed Malazgîrt bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî û got, "Divê gel û ciwanên Kurd li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşe, xwedî li pêngavên gerîlayên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê derkeve."

Êvara 23'ê Nîsanê. Ev der Kurdistan e; welatê gelê Kurd ê mezlûm ku bi her awayî zilm lê tê kirin. Lê vê carê ne weke her carê ye.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer anî ziman ku ji bo darizandin û îadekirina DAÎŞ'iyan wan piştgiriyeke bi têrker nedîtine.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan: Li dijî serweriya modernîteya kapîtalîst, destpêkê gel û civakên li ber qirkirinê bûn li ber xwe dan.

Siyasetmedar Elî Kerîmî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê weke êrişên li ser hebûna gelê Kurd pênase kir û destnîşan kir ku divê her kes li ber vê yekê rabe.

Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê xwe jê vekişand, kete rojeva Parlamenta Swêdê.

Li Nîjerê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê û êrişên çeteyên cîhadîst lê zêde bûne, hate ragihandin ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin.

Komek ji aktîvîstên Elman û saziyên Kurdistanî yên li Elmanyayê, ku li dijî êrişên dawî yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê, di nava vê hefteyê de bi sernavê "Na ji faşîzma Tirk re" 93 hezar belavok belav kir.