ROJEVA 6'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Cotmeha 2018'an.

Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.

Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Gora Paylan diyar kir ku di dema nû de wê partî di meclîsê de çi bikin û Meclîs ji bo wan tê çi wateyê nirxand, got: “Meclîs ne her tişt e, tenê amûrek e. Em ê hem li Meclîsê û hem jî li kolanan têkoşîna xwe xurt bikin.

Hikûmeta Merkel a têkildarî xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê pêşnûmepirsyara Partiya Çep  bersivan, diyar kir ku di sala 2018’an de 13 lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê hikûmet bi gotina ‘sirên dewletê’ agahiyên li ser lêpirsînan parve nekirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê roja Şemiyê wê Konferasa Jinan a Navneteweyî bê lidarxistin. Di konferansê de wê mijarên ‘Sedsala 21’an wê çawa bê kirina sedsala jinê? Em ê çawa xwe ji bêheqî parvekirina mal û êrîşên faşîst ên zayendî biparêzin? Em ê bi hev re çawa pirsgirêkan nîqaş bikin, berhev bikin, bixin pratîkê, çawa bi hev re pêş ve bibin? bê girtina dest.

Koçerî, gerîla û terciha jiyana bi rûmet: Dayika Hediye ya ku li nava bajar hewl dide çanda koçeriyê bide jiyîn, kesayeta wê ya cuda û balkêş, girêdana wê ya bi welat û çanda wê re ye.

Welatê ku çapemeniya wê ziyanê dide welat Turkiye: Li gelemperiya cîhanê çapemenî di nava kirîzeke cidî de ye. Înternet a bi xwe re rê li ber şokên mezin vekirin, DNA zanînê hatiye guhertin. Ev tezbîd dîsa ev aîdî pisporê çapemeniyê Florence Renard e. Di nivîseke xwe ya Kanûna 2010’an a ji rojnameya Le Echos re nivîsandibû ev tişt gotibû: “DNA zanînê hatiye guhertin, dixwazin DNA rojnamevanan jî biguherin.