ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Li Kurdistan û Ewropayê, çalakiyên meşa azadiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.
- Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya got, "Li gel zext û astengiyan jî em meşa xwe dewam dikin. Ew çiqasî bixwazin asteng bikin jî em bi biryardarî dimeşin. Divê em hemû xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin."
- Gerîlayan diyar kirin ku berevajî armancên komplogeran, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav bûye û gotin, "Rêbertî bi ruh, fikir û îdeolojiya xwe timî bi me re ye."
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Şervanên YBŞ'ê yê ji pêkahatiya Ereb gotin, "Em ê li xeta azadiya Rêbertî bimeşin û heya azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin, em ê têbikoşin."