ROJEVA 5'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bênşopandin.

Li Parlamenta Ewropayê wê Konferansa Kurd a 16'emîn pêk were.

Lİ bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan pêk were.

Ekonomîst Gabrîel Felbermayr diyar kir, fikarên 'hilweşîna' aboriya Çînê ya ji ber şewba vîrûsa Korona bêbingeh in û îdîa kir ku tevî vê yekê jî li welêt dibe ku 'aciziyeke' cidî rû bide.

Welatên cîhanê li dijî germahiya global hîn helwesteke hevpar nîşan nedane. Hate ragihandin ku meha Çileyê li Ewropayê herî kêm bi 3 pileyî ji mehên Çileyê yên 40 salên dawî germtir bû.