ROJEVA 5'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê krîza li Tirkiyeyê çareser nebe û got, "Rê û rêbaza çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê têkbirina desthilatdariya AKP'ê ye."

- Parlamentera Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Martîna Renner, ji bo piştevaniya greva birçîbûnê hate Strasboûrgê û got, ji bo daxwazên çalakgeran li Elmanya û Ewropayê bên qebûlkirin ew hewl didin.

- Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Gokay Akbûlût li ser çalakiya greva birçîbûnê ji Medya Haberê re axivî û bang li CPT kir ku delegasyonan bişîne Îmraliyê û Amedê.

- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Basanê Zîlan Ecevît diyar kir, wê ji rêveberiya axatiyê ya 29 salan re bêjin 'Êdî bes e'.

- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Elkê Sabûha Akdag ragihand, wê di siyasetê de rengê jinê mezintir bikin.