ROJEVA 5'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan 5'ê Nîsanê
Rojeva Navenda Nûçeyan 5'ê Nîsanê
-Çalakiyên ji bo tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
-Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ev 150 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
-KCDK-E'yê bal kişande ser kampanyaya alîkariyê ya ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û got, ''Ji ber sedema bobelata lehiyê ku li tevahiya Rojhilat hatiye jiyîn, em alîkariyê bi gelê xwe yê welatparêz re bikin''.
-Endama Koordînasyona PAJK'ê Delal Nûrhak têkilî hilbijartinên xwecih axivî û got, ''Li dijî êrîşên faşîst gelê me 31'ê Adarê bi çûna ser sindoqan bersiva hewce dane faşîzma AKP-MHP'ê'.
-Ozkan H. Ozdemîr ku li Kolnê ya Elmanyayê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de bû, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdawî kir.
-Kurdistanî û Asûr-Sûryanên ku ji 1'ê Nîsanê ve li Stockholmê greva birçîbûnê didomînin, gotin ew tecrîda li ser rêberê civakekê niqarin qebûl bikin û gotin heta ku tecrîda ne rewa û deryasayî rabe, ew biryardar in ku têbikoşin.
-Li Ekvatorê ji bo desteka li berxwedana greva birçîbûnê meşek hate kirin.
-Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Alî Aslan têkilî hilbijartina 31'ê Adarê axivî, got, stratejiya HDP'ê ya li dijî tifaqa Cumhur serketî bû û li Kurdistanê jî hişmendiya qeyûm hate têkbirin. Aslan her wiha gotin rojeva wan niha tecrîd e, wê tecrîdê û grevên birçîbûne bikin bername û bi vê çarçoweyê xebatên xwe bidomînin.
-Der Spîegel li ser pasaportê DAÎŞ'iyên ku YPG'ê di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de bi dest xistin hûr bû û got, ''Li ser van hemû pasaportan mohr heye ku di ser Tirkiyê re çûne.''
-Xizmên windayan weke her şemî vê şemiyê jî wê li aqubeta windayan bipirisin.