ROJEVA 5'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Nîsanê.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Parlamenter Andreas Kirstein tecrîd xist rojeva Parlamenta Bajêr a Zurichê û got, ji bo qebûlkirina daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bang li Swîsreyê kir ku eger pêwîstî pê hebe, nûnertiyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê bigire.

- Rojavayiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Kêm maye ji wan rojên ku Rêberê me li ser sûrên Amedê silavê bide me."

- Fermandar Herekol li pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Rojbûna Rêberê me bûyineke şexsî nîne, ew xeteke azadiyê ye ku rastî û serketin derxistiye holê."

- Esmer Yikar ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de ne, nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da û got, "Divê her kes êdî rabe ser piyan. Bi vê bêdengiyê re em nikarin derman ji derdê xwe re bibînin."

- Jinên Swîsreyî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, amadekariyên xwe yên ji bo çalakiya 7000 pankart a 6'ê Nîsanê didomînin. Jinan ji bo çalakiyê bang kirin û gotin, "Em bi hev re dikarin dawî li bêdengiyê bînin."

- Gerîlayê HPG'ê Yilmaz Şaho 5 sal in li Heftanînê ye. Gerîla Şaho qala serpêhatiya Heftanînê kir.