ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku PDK'ê Kurdistan pêşkêşî dewleta Tirk kiriye û got, "Heta ku gerîla hebe wê Kurdistan ji dagirkeran re neyê hiştin."
Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech bal kişand ser bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê û got, "Îmrali ji aliyê hiqûq û mafên mirovan ve rûpela herî tarî ya Ewropayê ye."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), piştî ku PDK'ê hêzên xwe şand herêma gerîla ya li Garê, bi rengekî lezgîn civiya û Maseya Krîzê ava kir. KNK'ê banga diyalogê li aliyan kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ji bo çalakiya pankartê ya heta roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan (21 sal û 765 rojan) kir.
Hikumeta Kamerûnê ragihand, li herêma bi Îngilîzî diaxive ku navbera serhildêrên 'cihêkar' û Hêzên ewlekariyê de şer diqewime, du rojên dawî êriş li 4 dibistanan bûn, 6 mamoste û 10 xwendekar hatin revandin.
Di mijara cîhadîst Kujtim Fezulai de ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê piştî ku 4 kes qetil kir hate kuştin, hikumet li şaşitiyên polîsan mikur hat.
Pirtûka Helbestan a bi navê ‘Welatê Min’ ya girtiya siyasî Medya Yaklav di meha Tebaxê de hate çapkirin û gihişte li ber destê xwîneran. Nivîskar di pirtûka ‘Welatê Min’ de balê dikêşe li ser êşên gelê Kurd, hesret, hêvî û qîrîna azadiyê.