ROJEVA 5'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, dewleta Tirk mîna sala 1998'an dixwaze bi komployeke navneteweyî ji nava krîzê derkeve, lê belê vê carê wê nikaribe vê bike.

- KCDK-E ji ber wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û ji bo çalakiyên protestoyî yên li gelemperiya Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

- Polîsekî ku li TEM a Rihayê wezîfedar e diyar kir, tîmek ji 40 endamên SADAT'ê ku 4 jê dozger in li bajêr hatiye wezîfedarkirin û ev tîma ser bi Serokkomarî û Wezareta Karên Hundir di nava 2 salan de gelek caran êşkence kiriye û rêveber û endamên HDP'ê kirine hedefa xwe.

- Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê li gelek bajarên Ewropayê were şermezarkirin.