ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Adara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Adara 2018'an.
- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.
- Yek ji berxwedêrên serdemê ku rûpeleke nû di dîroka jinê de vekirine, Meryem Henan a 63 salî ye. Çîroka wê bi rengê "berî û piştî" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye du beş.
- TJK-E li ser 8'ê Adarê daxuyanî da û got, "Divê jinên cîhanê bi xurtî xwedî li Rojava derkevin. Bi vî rengî em dikarin wate û bersiva herî radest bidin roja jinên kedkar ên cîhanê. Azadiya jinê xewn nîne; rastiyek e."
- Partî, sazî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo helewsta xwe ya piştevaniya Efrînê di asta neteweyî de eşkere bikin li hev dicivin.
- YPS-JIN: Em bang li hemû jinan dikin ku roja 8'ê Adarê li her devera lê ne agirê berxwedanê gurr bikin.