ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Mûstafa Karasû got, dewleta Tirk ku bi mehan e êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, li hemberî berxwedana gerîla neçar ma xwe vekişîne û destnîşan kir, ku mîna Garê, li Avaşîn, Zap û Metînayê jî dewleta Tirk têk çû.

- Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar got, "Ew manîfestoya jiyan û têkoşînê bû" û wiha dewam kir, "PKK'iyeke rasteqîn bû ku ji dil tevlî damezrandin, pêşketin û guhertina PKK'ê bû."

- Hêviya di dil û mejiyê Hêvîdar û birayên wê yên leheng de, wê ti carî ji bîr neçin. Ala wan wê her tim li çiyayên azad li ba be.

- Ji endamên berê yên Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Danîmarkî Pernille Frahm diyar kir ku 'lîsteya rêxistinên terorê' li gorî berjewendiyên cîhana rojava têne amadekirin û got, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.

- Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wê li gelek welatên Ewropayê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.

- Mihye Eldîn Erselan fîlmê Kerwan weke hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de bi nav kir.