ROJEVA 4'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan û gerîlayê HPG'ê Rustem Botan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronahiya têkoşînê ye û gotin, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo paşeroja gelan çareseriya herî baş e.

- Barzanî û PDK teslîmiyet û hevkariyê li gelê herêmê ferz dikin. Lê belê gelê herêmê berevajî vê yekê li ber dagirkeriyê radibe û nîşaneya herî şênber a vê yekê jî gerîla Helmet e ku ji Dêrelûkê bû û bi lehengî şer kir û şehîd bû.

- Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya bi Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) re bi pêşengiya Koma Çiyayê Kurmênc klîbek amade kir.