ROJEVA 4'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Sekreterê Giştî yê KKP'ê Mele Omer diyar kir, Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêvî û got, "Em xwedî li Serok Apo derkevin û ji bo azadiyê bibin yek ku xaka xwe ji mêtingeran rizgar bikin."

- Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, bi wesîleya rojbûna Ocalan daxuyaniyek da û ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga piştgiriyê kir.

- Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Den Haag ê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku heta encamê werbigirin wê çalakiya xwe bidomînin.

- Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah diyar kir, hêzên QSD'ê û gelên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê amadekariyan dikin û got, "Em ê gel û welatê xwe biparêzin."

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û diyar kir, HDP'ê bi stratejiya xwe şaredariyên hatine desteserkirin jinûve bi dest xist û faşîzma AKP-MHP'ê li rojavayê Tirkiyeyê qels kir.

- Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşa girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 1 a Hîlwanê roj bi roj giran dibe.

- Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ên li Berlînê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî ya Elman û Kurd kirin. Aktîvîstan diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.