ROJEVA 4'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Parlamenterên HDP'ê yên Amedê gotin, çalakiya Leyla Guven qîrînek li dijî tecrîdkirina Ocalan e û diyar kirin, divê ev qîrîn bê bihîstin.

- Li gel biryara qedexeyê ya Wezareta Karên Hundir û hin eyaletên Elmanyayê, dadgehên herêmî biryar didin ku ala YPG'ê ne sûc e. Herî dawî, dadgeha herêmî ya li Gelsenkîrchenê di doza aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engelê de biryara beraatê da.

- Di ser dorpêçkirina dorpêçkirin û wêrankirina Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û Sûrê re sê sal derbas bûn. Jinên ku bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin derxistin, di 'Çîrokên Koça Jinan' de qala wê wextê û piştî wê dikin.