ROJEVA 4'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.

- Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 20'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk û tevgerên jinan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê bibin.

- Saziyên dewletê yên li Wanê êdî bi bertîlê kar dikin. Karmendên li van saziyan dixebitin, bêyî bertîlê karê welatiyan nakin.

- Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em ji Xakurkê digihêjin Şemzînanê. Şemzînan ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em li Şemzînanê didin ser şopa gerîla.