ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Parêzerê malbata Sîncar Şaneşîn Aydin diyar kir ku doza li ser kuştina Mehmet Sîncar li ber metirsiya demderbasbûnê ye û got, "Kujerên rastî 30 salan, heta ku dem di ser mijarê re derbas bibe hatin parastin."

- Hunermend û nivîskarê Kurd Hemî Ûrmiye pirtûka xwe ya '55 stran hunera Dilovan' weşand. 

- Operasyona hêzên şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Dêarzorê li dijî DAÎŞ'ê û çeteyên sûc ên organîzeyî tê meşandin, di roja 9'emîn de ye. Me pêvajoya operasyonê bi sê sernavan nirxand. Analîza Mûstafa Çoban.