ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- TJK-E ji bo meşa protestoyî ya 6'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

- Hevseroka KODAR'ê Z^lıan Tanya li ser serhildanên ku li gelek bajarên Îranê dest pê kiriye daxuyaniyek da û bang li gelên Îranê kir ku serhildanê li hemû bajarên Îranê belav bikin.

- Paytexta Fransa Parîs, 6'ê Çileyê wê bi meşeke protestoyî komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê pêşwazî bike. Çalakiya îsal bi dirûşma "Sala 5'emîn: Bêdengî, înkara edaletê û bêcezahiştin" were lidarxistin. Endama komîteya amadekar a meşê Nûrsel Kiliç ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir.

- Endamê komîteya amadekar a meşa Parîsê Agît Polat anî ziman ku bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê wê tevahiya hefteyê li Parîsê hin rêze çalakiyan li dar bixin.

- Aryen: Bi taybetî armanca şerê li Rojhilata Navîn tê kirin, teslîmgirtina paşeroja çandî, civakî û dîrokî, bi giştî teslîmgirtina Rojhilata Navîn ji aliyê çanda kapîtalîst e.

- Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin ku sala 2017'an wan ji bo yekîtiya neteweyî pênc komxebatên şêwrê li dar xistine û li dijî asîmîlasyon û komkujiyan sê konferans pêk anîne. Koç got, armancên wan ên sala 2018'an mezin in.

- Artêşa Tirk sala 2017'an zêdeyî 113 carna operayson pêk anî. Gerîlayên HPG'ê jî li dijî operaysonan çalakî li dar xistin û di encamê de 1532 leşker hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê, bîlançoya 2017'an a şer.

- Gerîlayên YJA Starê yên li qadên giran ên şer gotin, tevî hemû hewldanên dewleta Tirk jî wê 2018 bibe sala tolhildanê û serketina mezin.

- Hosteyê firaxspîkirinê Adem Agiç li bazara şewitî ya navçeya Sûra Amedê pîşeyê xwe didomîne û diyar kir ku ji ber teknolojiyê îroj pîşeya firaxspîkirinê li ber tinebûnê ye.

- Wêneyên rojnamevana girtî û wênevan Zehra Dogan wê li du bajarên Fransayê meha Çileyê bên nîşandan.