ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Gulana 2020'an.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û got, "Dixwazin Komara Qeyûm a Tirk ava bikin."

Ûmût Kartal bi bîr xist ku birayê wî Vefa Kartal sala 2018'an li dijî binpêkirina mafên mirovan 96 rojan kete rojiya mirinê û piştî 4 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kete nava şert û mercên girantir. Kartal diyar kir, ku ij ber vîrûsê ji meha Adarê ve nekariye kekê xwe bibîne û got, "Dewletê tola rojiya mirinê ya 96 rojan ji kekê min hilanî."

Ji ber wernegirtina tevdîrên têrker, vîrûsa koronayê li Wanê zû belav dibe. Tê gotin, mirovên di karantînayê de ne jî bi tenê hatine hiştin, bi wan re eleqedar nabin û bi vî rengî karantîna veguheriye êşkenceyê.

SpaceX di ceribandina duyemîn de bi ser ket û astronot gihand fezayê.

Facebookê red kir ku parvekirinên Donald Trûmp jê bibe, ku rêveberiya Twitterê bi hinceta ku banga tundiyê dike etîketek bi parvekirina Trûmp ve kiribû.

Eyaleta Mînnesotayê red kir ku li dijî raperîna reşik a piştî kuştina George Floyd rû da polîsên leşkerî bixe dewrê. Mûxafizên Neteweyî yên li eyaletê di dewrê de ne.