ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Koordînasyona KJK'ê ragihand ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê û ev bang li jinan hemûyan kir: "Em dest bi saleke gelekî girîng û krîtîk dikin. Li dijî dewleta Tirk a zordar, ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAÎŞ'ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna hevpar mezin bikin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad diyar kir, ku jin li pêşberî şer, hilweşandin û tundiyê bêdeng nemane û bi rola pêşengiya têkoşînê rabûne.

Zekî Tosûn, ku di komkujiya Roboskî de kurê wî hate qetilkirin, têkildarî helwesta dadgeriyê ya li ser dosyayê axivî û got, "Dixwazin me bêdeng bikin, lê belê em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin."

Gerîlaya YJA Starê Agirî Qamişlo got, "Destpêkirina Şoreşa Rojava çavên cîhanê vekir." Qamişlo destnîşan kir ku divê ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe bidin berxwedanê.

TJK-F'ê têkildarî kuştina Yasemîn Çetîndag daxuyaniyek da û ragihand ku kuştina jinê êdî di asta qirkirina zayendê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma têkoşîna rêxistinbûyî ji bo jinan êdî ji nan û avê jî girîngtir e."

Polîsên Elman ku sala 2018'an derî û paceyên Komeleya Kurdan a li Berlînê şikandin û bi vî rengî avêtin ser, wê tazmînatê bidin. Dozgeriyê diyar kir ku 'delîla sûc' a ku lê dihate gerîn nehatiye dîtin, bi vî rengî dosya lêpirsînê girt.

Drama penaberên li Bosna Hersekê dewam dike, ku hefteya derbasbûyî konên li kampê hatibûn şewistandin. Penaberên ku derdora hezar kesî ye, bi rojan e di binê berfê de mane.

Li gorî lêkolîneke dawî ya zanistî, germahiya global berevajî texmînên Neteweyên Yekbûyî wê di sala 2042'ê de ji asta krîtîk bibihure.

Azerbaycan, ku ji bo dagirkirina Qerebaxê terorîstên Tirkiyeyê yên bi pereyan şer dikin bi kar anî, têkildarî Ermenên ji bo parastina warê xwe ji Fransayê bi rê ketin, li Dozgeriya Antî Terorê gilî kir.

Li Nîjeryayê di êrişên çeteyên Boko Haram de leşker jî di nav de zêdeyî deh wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan.