ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan got, "Îro ew derfetên serketinê hene Eger em li her çar parçeyên Kurdistanê jî berxwedana giştî bikin, wê demê em ê bikaribin tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bişkînin."
- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2017'an nirxand û got, "2017 bû saleke ku jin, bi taybetî jinên Kurd ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve gelekî bi pêş ketin. Jinan li her cihî pêşengî ji kampanyayên azadî, tenduristî û ewlekariya Rêberê me re kirin."
- 2017 bi girtîgehên an tijî bû, ku zexta lixwekirina kincê ji yekrengî, lêgerîna bi tazî, sirgûnkirin, deqkirin û qedexe lê bûn pêkanînên rûtîn. AKP wê 282 girtîgehên din li 384 girtîgehan zêde bike.
- Hewa gemarî ku li Wanê bi zivistanê re giran bû, gefê li tenduristiya gel dixwe.
- Xizmên windayan môına her Şemiyê wê îro jî li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.