ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parêzer Mûharrem Şahîn anî ziman ku hikumeta AKP-MHP'ê li Îmraliyê sûc dike û got, hikumeta nû eger tenê qanûnan bi cih bîne wê dawî li tecrîdê bîne.

- Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy bang li hilbijêrên li derveyî welat kir ku xwe weke hilbijêr qeyd bikin.

- Enternasyonalê Emerîkî Keith Broomfield bi gotina, "Ji bo bibim parçeyek ji tevgerê, bibim alîkar li vê derê me' hatibû Kobanê. Mîna ku tişta bi salan lê digeriya dîtibû jiyan, têkoşiya, şer kir û şehîd bû.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok qala girîngiya hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyeyê kir û got, "Têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê şikandina mejiyê komara dewleta Tirkiyeyê ya sed salî ye. Bêguman rewşeke nû ye." Ok destnîşan kir ku dawiya desthilatdariya AKP'ê hatiye.