ROJEVA 30’Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’Ê ÎLONÊ
-Çalakiyên ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê werin şopandin.
-Operasyon û geşedanên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ’ê ew ê were şopandin.
- Çalakiya duyem a li Girê Lêlkan a ku artêşa Tirk ew dagir kiribû, çalakiya pêşîn a Dunya Axîn bû. Çeka wê B7 bû lê fîşekên wê qediyabûn û gule li ser wê dihatin reşandin.
-KCDK-E’yê banga tevlêbûna şîna Ûmût Acar kir ê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û protestokirina hatina Erdogan a Elmanyayê xwe şewitand.
-Çalakiya Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 26’emîn li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê hate lidarxistin. Yên ku bi ser ketibûn, xelatên wan hatin dayîn.
-Li Cizîrê Elîf Deger û Fatma Ekîncî bi hev re dikana terzî vekirin û diyar dikin ku pêdiviya wan bi patronan tune.
-Berhemên li Wan û navçeyên wê, dibe debara hemwelatiyên ku ketine ber pêla krîzê.
-Ligel peymana Enqereyê ya bi Brukselê re ya li ser penaberan, derket holê ku hejmara penaberên ku ji Tirkiyeyê berê xwe dane axa Yekîtiya Ewrûpayê ji salan 2017’an zêdetir e.