ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê û çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî êrîşan wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê wê werin şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Hewl didin tecrîdê asayî bikin. Divê mirov xwe ti carî sist neke. Ji bo mezinkirina berxwedanê em bang dikin." Besê Hozat got, "Eger dewleta Tirk di qirkirinê de israr bike wê hilweşe."

Îmzeyên ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re' hatin komkirin, ji aliyê şandeyekê ve radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî mejiyê dagirker û faşîzmê bang li ciwanan kir ku dakevin qadan û bernameya çalakiyan eşkere kir.

Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê seferberiyê tevlî nava refên YPG, YPJ û Hêzên Xweparastinê bibin, nirx û xaka xwe biparêzin; dostên gelê Kurd jî bi ruhê piştevaniyê yê enternasyonalîst li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. Nivîsa Firat Dîcle.