ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Cotmeha 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman tên kirin wê bên şopandin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û êrîşên li dijî xwe axivî. Ertan got, li Wanê Rewşa Awarte heye.

Dayikên ku di dema grevên birçîbûnê de daketin qadan û hewl dan bibin dengê xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku beriya bigihêje asta destpêkirina greva birçîbûnê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku mekanîzmaya ewlekariyê ya ku QSD jî tevlî bûye bi rê ve diçe, lê belê tevî vê yekê Serokkomarê Tirk Erdogan di hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî de plana dagirkirinê pêşkêşî bazarê kiriye.

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta "Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye" derket.