ROJEVA 3'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Eren destnîşan kir ku AKP'ê ûcdan û exlaqa mirovên Tirk gemarî kiriye û got, civaka Tirk xistiye nava gunehan, qirêjî û kirêtiyê.
- Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em ji Xakurkê digihêjin Şemzînanê. Şemzînan ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em li Şemzînanê didin ser şopa gerîla.
- Fîlmê 'Di navberê de' yê derhêner Alî Kemal Çinar ku di 'Pêşbirka Neteweyî' de hate nîşandan, qala zor û zehmetiya jiyana Osman dike ku zimanê wî yê dayikê nîvco maye.
- Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê bi pêşengiya TJK-E'yê li Bruksel û Strasboûrgê du çalakî bên lidarxistin.
- Hikumeta Awûstûryayê xwe amade dike ku di bin navê têkoşîna dijî 'rastgiriya tund' û 'Îslama radîkal' de gelek sembol û nîşaneyan qedexe bike. Di destpêka lîsteyê de nîşaneyên nîjadperestên Tirk û Rabîa cih digirin.