ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Parlamentera Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Necla Demîr got, li Agiriyê ku nifûsa xwe 540 hezar kes e, ji ber ku bi têrkerî doktor nînin mirov nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê werbigirin û di rê de jiyana xwe ji dest didin.

- Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk ku li Colemêrgê bi navê 'Dayika Sîsin' dihate naskirin, heta kêliya dawî ya emrê xwe, xwe ji têkoşînê neda alî.

- Li ser polenên li gora 75 hezar salî ya li şikefta Şenader a Zagrosan hatin dîtin, şîroveyeke welê hate kirin ku Neanderthalan miriyên xwe bi kulîlkan vedişartin. Li hemberî vê şîroveyê, tezeke cuda hate kirin.