ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Qamişlo diyar kir, piştî ku Efganistan radestî Talîbanê hate kirin, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Rojava û Şengalê zêde kir û got, "Hêzên hegemon bi vî rengî careke din raxist pêş çavan ku wê li Rojhilata Navîn siyaseta mirinê bimeşînin."

Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î anî ziman ku bi xurtkirina tifaqa demokrasiyê, Tirkiye dikare ji nava rewşa kaoîtîk û tarî bê derxistin.

Artêşa Tirk, ku ji 23'ê Nîsana 2021'ê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê dike, li erdnîgariya Kurdistanê jî qirkirin û talanê dike.