ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

YJA Starê di nava 11 mehan de 110 çalakiyên xweser kir. Di encama şer û çalakiyan de 3 kontra û 316 leşkerên Tirk hatin kuştin, 28 jî birîndar bûn. Di nava vê demê de 112 gerîlayên YJA Starê şehîd bûn.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ku di teoriya azadiyê ya jinê de lêgerîneke nû ya radîkal, lêpirsîneke îdeolojîk heye û got, "Bi kurtasî ji sîstemê dibihurin û têdikoşin. Sîstemeke nû diafirînin."

Malbatên Roboskî ku sala 2011'an zarokên wan ji ber bombeyên ji balafirên şer jiyana xwe ji dest dan, qala jiyana xwe ya berî û piştî komkujiyê kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (DGB) xwest, hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Li gorî saziya bi navê Chrîstîan Aîd a li Brîtanyayê, ji ber karesatên xwezayî tenê îsal zêdeyî 13 milyon ji cih û warê xwe bûn.

Bi peymana Brexîtê re ya navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê hate mohrkirin, her du aliyan ji bo welatiyên xwe û koçberan hin pîvan xistin meriyetê.