ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Karayilan got, "Ev qonax ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e û firsendên pir girîng tê de hene. Heke siyaseta Kurd rast tevbigere, ji van şert û mercên heyî dikare serketinekê bi dest bixe. Hêvî û baweriya me ev e."
- Erciyes: Dema ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve sala 2017'an bê nirxandin, wê were dîtin ku îsal rewşa şer diyar bû. Bûyerên ku sala 2017'an qewimîn ji xet û pratîka têkoşînê ya par ne cuda bûn.
- Sala 2017’an di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê saleke tije şer bû; her wiha vê salê bobelatên sirûştî û mirovî, krîza siyasî û mirovî têra xwe hebûn.
- Tirkiyeyê Sala 2017’an wekî salên din jî bi şîddet û aloziyan derbas kir. Li Tirkiyeyê faşîzma AKP û MHP’ê kaos li ser kaosê çêkir û qetlîam, çalakî, berxwedan û krîzên siyasî jî pêk hatin
-Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Bozan Tekîn diyar kir ku ew ê tola komkujiya 19’ê Kanûna 2000’î ya bi ser girtiyên Şoreşger ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ya bi navê 'Operasyona Vegera li Jiyanê' hilînin.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar got, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Garzanê û revandina 267 cenazeyan wê bê bersiv nemîne.