ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

-Kurdistaniyên li Ewropa dijîn wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tê pêkanîn bi çalakiyên girseyî protesto bikin.

- Tenûrên ku di dîroka Kurdistanê de xwedî çandekê bi keda jinan tên çêkirin. Sarya ERdogan û Şukran Erkûş bi salan e debara wan li ser çêkirina tenûran e.

- Alîkarê Serokê Komeleya Pira Gelan Yilidirim Şahîn têkildarî pêla nîjadperestî ya di demên dawî li dijî Sûryeyiyan bilind dibe got; “bi awayekî provakatîf û zanebûn” tê kirin.

- Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz diyar kir ku stratejiya AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina Kurdan ew ê berevaji bibe û li Rojhilata Navîn ew ê Kurd bibin aktorê nû.

- Gelê Şirnexê yên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de dewletê malên wan rûxand, diyar kirin ku jiyana di TOKÎ’yan de ferqa wan ji girtîgehê tune.

- Xizmên windayan wekî her roja Şemiyê wê îro jî ji bo pirsîna aqûbeta windayan wê çalakî lidarbixin.