ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê bê şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan 1'ê Gulanê, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, şewba vîrûsa koronayê nirxand û got, "Şerê taybet ê li Kurdistanê şerekî qirkirinê ye. Lewma pîvan, exlaq û hiqûq ne xema wê ye. Armanca xwe tunekirine, qirkirine. Biryara xwe li ser vê daye û li gorî wê dimeşîne."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyanî da û got, "Divê kedkar, gel, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê bi gelê Kurd re li dijî vê desthilatdariyê têkoşînê mezin bikin û dawî li vê desthilatdariya faşîst bîne."

Ji destpêka salên 1980'î ve li Başûrê Kurdistanê gelek êrişên dagirkeriyê bûn. Tevî ku hemû têk çûn, dewleta Tirk 28 sal in dest ji van seferên xwe yên dagirkeriyê bernade ku navê 'operasyona li derveyî sînor' lê dike.

Endamê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn anî ziman, ku dewlet demeke dirêj e bi rêk û pêk tecrîdê ferz dike û got, "Dewlet, ji ber ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, tecrîdê giran dike."

Têkildarî êrişên li Lyonê saziyên Fransî, Kurd, Tirkiyeyî, Tamîlî û Ermen deklarasyoneke hevpar weşandin û bêdengiya hikumeta Fransayê şermezar kirin.

Malî yek ji wan welatên li rojavayê Efrîkayê ye ku şerê li dijî çeteyên Îslamî yên tundrew lê giran e. Rayedaran diyar kirin ku bi dehan çete hatine kuştin.

DYE ku xwe amade dike leşkerên xwe ji Efganistanê vekişîne, ji ber zêdebûna êrişên demên dawî biryar da ku piraniya personelên xwe yên dîplomatîk ên li vî welatî vekişîne.