ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik sala 2020'î ji aliyê tevgera azadiya Kurdistanê ve nirxand. Çewlik got, "Berxwedanê mohra xwe li binê sala 2020'î danî."

Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku beriya neh salan pêk hat, bandoreke giran li jiyana xwişk û birayên Cansel û Mûammer Encu kir, ku kekê wan Mûhammed lê hatibû kuştin.

Sala 2020'î saleke welê bû ku êrişên îdeolojîk ên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Berxwedana li dijî van êrişên li dijî cewhera şoreşê dewam kir.

Beriya civîna salane ya Konseya Hevkariya Kendavê ku tê payin 5'ê Çileyê li Riyadê pêk were, li Qûweytê civîna amadekariyê hate lidarxistin.