ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik sala 2017'an nirxandin û gotin, felsefe, îdeolojî, feraseta têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sîstema dixwaze ava bike, belav bûne.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn diyar kir ku tê xwestin komkujiya Mereşê îro bi rengekî cuda bê dewamkirin û got, "Ti hêza faşîst, tevî ku paşverû ye jî ji ber xwe ve tine nabe. Ji bo tinekirina faşîzmê, derba bi bandor divê. Ev derba bi bandor bêguman derba gelan e."
- Gerîla û wêjevan Medya Doz anî ziman, hesteke bêhempa ye ku li çiyê, bajaran û çar parçeyên Kurdistanê mirov têkoşînê dimeşînin û got, PKK tevgera herî rasteqîn û bi hest a serdemê ye.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok li ser êrîşa li dijî Şehîdgeha Garzanê bang li ciwanên Kurd û gelê Kurd kir ku rabin ser piyan. Andok got, eger helwest neyê nîşandan wê êrîşên bi vî rengî zêde bibin.
- Komkujiya Roboskî yek ji komkujiyên dema dawî ye. Û em dikevin sala 7'an a vê komkujiyê. Ji bo careke din neyê kirin, em Roboskiyê bi bîr tînin.
- Hevdîtinên Cenevreyê, bi navê çareseriya siyasî a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, sala 2012'an dest pê kirin û heta roja îro dewam dikin. Di rewşa heyî de li şûna çareseriyê veguheriye adresa neçareseriyê. Tevî ku 8 car in civîn pêk tên jî, hevdîtin her carê têk çûn. Dema ku mirov li naveroka hevdîtinan binerin û li gorî vê yekê nirxandinekê bikin, tenê encamek derdikeve holê: Bêyî Kurdan nîqaşa li ser paşeroja Sûriyeyê, têkçûn e.