ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Gulana 2020'an.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir, Îmrali sîstemeke li dijî mirovahiyê ye ku mînaka xwe li cîhanê nîne û got, "Armanca vê sîstemê ew e ku di ser Birêz Ocalan re peyamekê bide gelê Kurd."

Lêdan û tundiya polîsan a li Nisêbînê ya li dijî zarokekî bû sedema nerazîbûnan. Lê belê di nava 20 salan de gelek zarok li Kurdistanê hatin kuştin, êşkence li wan hate kirin, lê ceza li kiryarên wan nehate birîn.

Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Partîzan Gîvara diyar kir ku PKK bîra civakî ya gelê Kurd e û destnîşan kir, PKK'ê artêşek afirand ku ev yek şensekî mezin e.

'Plana pêngava awarte' ku Yekîtiya Ewropayê ji bo têkoşîna li dijî krîza ji ber şewba Covîd-19 xiste dewrê, budçeyek ji 750 milyar Euroyî destnîşan dike.