ROJEVA 28'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku sekna di Newrozê de hate nîşandan gelekî girîng e û got, "Em ê desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP'ê hilweşînin."

- Ji Fermandarên Giştî yên QSD'ê Newroz Ehmed got, piştî rizgarkirina Baxozê têkoşîn bi asteke nû dewam kir û diyar kir, zêdeyî 285 şaneyên razayî hatin têkbirin, 397 jê mirî 2720 çeteyên DAÎŞ'ê hatin bidestxistin.

- Bi gotina 'Parastina Kobanê wezîfeya her mirovekî bi rûmet e. Ez jî dixwazim di nava vê têkoşîna mafdar de bim' bi ruhê xurt ê têkoşînê çû Kobanê û tevî hevrêyên xwe li ber xwe da.

- Endama Koma Çirîke ya Sine Şadî Xulamî anî ziman ku divê jin ji derveyî kar û rola civakê li ser sepandî bikare deng û rengê xwe û kêrhatiyên xwe derxîne holê.